پیام سایت سیاسی خبری

Pêwîstîya Swêdê bi enbarên alavên xwarinê heye

Enbarên alavên xwarinê pêwîst in. Wêne: Janerik Henriksson/TT

Fakta:
Di dema şerê cîhanî yê duyê de, dewletê enbarên mezin li seranserî Swêdê ava kirin. Hin ji wan avahî û hin jî şkeft bûn. Ew enbar bi alavên ku ji bo xwarinê pêwîst in, wek danê nanî, şekir, qehwe, hevîrtirşê hişk û goştê qutîkirî, hatibûn dagirtin.

Herweha, êm û alif û zibil ji bo ku çandina nebatan dom bike û sotemenî jî di wan enbaran de hebûn.

Ji bo lênêrîna nexweşan, gelek tişt, ji textan bigire heta ku derman û alavên tibî wek lepik û destgork, neşter û çarşefên emelîyatan, tê de hatibûn parastin.

Di destpêka 2000ê de, piştî çend biryarên siyasî ew enbar hatin betal kirin.

Original Article

دیدگاهتان را بنویسید

نشانی ایمیل شما منتشر نخواهد شد. بخش‌های موردنیاز علامت‌گذاری شده‌اند *