Ji peyvên nû yên îsal: ”klivare” û ”prompta”

Print Friendly, PDF & Email

.

.

Wêne: Anders Wiklund/TT

Hemû peyvên nû yên di lîsteya îsal (2023ê) de:
AI-klonad: ya ku, wek mînak, parçeyeka muzîkê, karekê hunerî yan dengek, bi rêya teknîka AI kopiye kirin.
Barbenheimer: çalakîyên hevpar yên ku têkilîya wan bi herdu fîlmên mezin Barbie û Oppenheimer.
bubbelhoppa: bi xwasta xwe jîngeh guhartin ji bona ji ”peqik”a xwe derketin û bi wî awayî dîtin û zanînên nû peyda kirin.
cyberresiliens: şiyana xwelibergirtina êrişên elektronîk û parastina funksîyonên bingehî.
deinfluencing: bi rêya medyayên sosyal daxwaz ji xelkî kirin ku filan tiştî yan xizmetê nekirrin.
det svenska tillståndet: rewşa Swêdê ku tê de tawankarîya komên çeteyan tesîrê li civakê dike.
dna-pass: kart ya ku di warê lênêrînê tê bi kar anîn û hemû agahdarîyên jenetîk yên giring yên kesî tê de hene.
dopaminfasta: ji çalakîyan yên ku madeya dopaminê di mejîyî de aktîv dike xwe dûr xistin.
dubbelswisha: pere du caran li ser hev bi rêya swishê ji bo, bo nimûne, salona mesajê şandin; û guman tê kirin ku peredana duyê ji bo karekê cinsî be.
evighetskemikalie: madeya kîmyayî ya hetahetayê di xwezayê de dimîne.
exposekonto: hesabê medyaya sosyal ku ji bo belavkirina kiryarên kesan di rewşên bêrûmetî de, wek kiryarên şidetê yan xwerûtkirinê.
gargasnipe: wêne yan fîlm ya ku bi dizî ji bo kesekî hatiye girtin ku wek şexsekê nernormal hatiye hesab kirin. Wêne yan fîlm adeten di medyayên sosyal tên belav kirin.
generativ AI: jîrîya destkir AI ya ku bi rêya hînkirina hin qalibên datayan dikare tekst, wêne û muzîkeka herî nû biafirîne.
grön kolonialism: bikaranîna erdan û samanên xwezayî da ku armancên jîngehparêzîyê li cihekê din bên pêk anîn.
hyschpengar: pereyê ku tê dan da ku wergir agahdarîyên hesas pûç neke.
ick: dirûv yan reftar ya ku li ba kesekî heye û ji bo kesekê din cazib e.
insynsprincip: prensîpa ku divê sektora prîvat rê bide ku heta dereceyekê lê ne bi qasî prensîpa sektora giştî kontrola xelkî li ser birêbirina karî hebe.
klivare: kesê ku bi heqekî kiryareka tawanê ji bo toreka tawankarîyê dike.
korankris: rewşa siyasî ya dijwar ya ku ji ber bêhurmetkirinên destûrdayî yên Quranê peyda bûye.
krigssponsor: alî yê ku tê hesab kirin ku ew li welatekê şerker bi rêya bazirganîyê, û bo nimûne, dana bacê, bi awayekê nedîrek alîkarîya şerî dike.
känslighetsläsare: kes yê ku wezîfeya wî ew e kontrola tekstan bike da ku wan naverokan yên ku mimikin e acizker bin jê derxîne.
longtermism: helwesta exlaqî ku dibêje bila mirov di biryardanê de li netîceyên paşeroja dûrtir jî ne tenê yên demkurt bifikire
menstrosa: derpêyê jinan yê ku bi kêrî parêzîyê ji xwîna bênivijîyê jî tê.
multilojal: yê ku li gelek dikanan endam e yan mişterî ye da ku tiştên erzan û pêşkêşîyan qezenc bike.
nepo baby: kes yê ku di karîyera xwe de qezencê dike ji ber ku dayika wî yan bavê wî navdar e yan xwedîtesîr e.
neurodiversitet: guhartiina rewşa demarnefsî di komekê de.
prompta: ji bo alaveka AI agahdarîyên nivîskî nivîsandin.
relationism: rewşa lîstinê di fotbolê de ku tê de fokus li ser cihê gokê li meydanê ne li ser alîyên meydanê yên ku divê bên parastin e.
situationship: têkilîya dirêjtir ya di navbera evîndarî û hevaltîyê de ye.
snikflation: stratejî ku pê şîrket kalîte, pêşkêşî û xizmetkarîyan xerabtir dikin li şûna ku bihayan bilind bikin.
streamingfarm: koma gelek hesabên belaş yên xizmetên nîşandana fîlman ku armanc jê ew e ku bi rêya nîşandana otomatîk pere bên qezenc kirin yan weha bê xuya kirin ku madeyek bêtir hezkirî ye ji ku di rastîyê de wisa be.

tantparkour: temrînkirina siviktir ji bo kesên biemir û tê de hin tişt ku mirov xwe di ser de çeng de li derve tên danîn.
toxisk positivitet: hizirkirina geşbîn ya ku mirov hestên reşbîn bi awayekê zerardar tên dûr xistin û înkar kirin.
vild graviditet: proseya zarokbûnê ya ku li nexweşxaneyê bi rê ve naçe.

Original Article

0 FacebookTwitterPinterestEmail

پیام بگذارید

پیام

گالری

ما را دنبال کنید! ​

تماس

  Copyright © 2023, All Rights Reserved Payaam.net